Modêla perwerde ya 4+4+4an

Li Tirkiyê dixwazin sîstema perwerdeyê ya dibista seretayî biguhêrin. Heta çend sal berê li Tirkiyê dibistana seretayî 5 sal, ya navîn 3 û lîse jî dîsa 3 sal bû. Dibistana seretayî 5 sal û mecbûrî bû. Piştre gotin perwerdeya 5 salan ne bes e û em ya 3 salan jî bikin ser û bila dema dibistana seretayî bibe 8 sal. Belê ev çend sal in ku dibistana seretayî 8 sal in. Bi dibistana 8 salan re problemên mezin derketin pêş perwerde û hîndekariyê. Mamoste nedîtin, mamoste dîtin vê carê avahî û pol nedîtin. Li hinek cihan mamoste û pol dîtin vê carê materyal nedîtin, kaoseke mezin derket holê û sîstem felc bû.
Niha jî dixwazin vê sîstema felckirî ji nû ve biguhêrin û xwedê giravî zindî û jîndar bikin. Dixwazin dibistana seretayî bikin sê pêngav her pêngaveke jî çar sal be. Ji ber vê yekê navê modêla “4+4+4” lê kirine. Pêşnûmeya modêla “4+4+4” niha di komîsyona jêrîn a parlamentoyê de ye û li ser gengeşe dikin.
Qaşo bi modêla “4+4+4” dixwazin perwerdeyeke nûjen bînin Tirkiyê. Dixwazin piştî çar salan şagird li gor daxwaz, qebîliyet û hunerê xwe hinek beşan hilbibjêrin. Şagird bikaribin herin dibistanên pişeyî. Armanca hukumeta AKP bi vê sîstemê ew e ku rê li ber dibistanên îmam xetîban vekin.
Rê li ber îmam xetîban vedikin
Piştî çar salan divê piraniya şagirdan birêkin dibistanên îmam xetîban. Heta niha piştî sala heştan dikaribûn herin lîseyên îmam xetîban. Niha ku ev sîstem an modêla “4+4+4” were qebûl kirin dê piştî çar salan şagird bikaribin herin îmam xetîbê. Lê hukumet dîsa dixwaze vê armaca xwe veşêre û navê dibistanên pîşeyî li wan dike. Hukumeta kone li dek û dolaban digere. Dema nav bibe dibistana pîşeyî, êdî kes nikare behsa îmam xetîbê bike. Di bin sîwana pîşeyî de dixwazin îmam xetîbê veşêrin.
Çend hefte berî niha serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di axavtineke xwe de gotibû ku “ armanca me ev e ciwanên xwe bi îman û dîndar bigêhînin…”
Niha baş diyar û zelal dibe ku ew gotinên Erdogan sînyala destpêka pêşnûmeya vê modêla 4+4+4 bû.
Ji derî îman xetîbê zarokên ku herin dibistanên weke teknîk, tamîr, elektrîk, dartiraşî an jî berberiyê dê rewşa wan çawa û çi bibe dibe? Zarokên 10-11 salî çawa dikarin di vê temenê xwe de karê pîşeyî yên weha giran û zehmet bikin? Ev karekî ne pêkan e, hebe tune be careke din xapandin e.
Wezîrê perwerdê û berdevikên hukumetê bi yek devek dibêjin û dinivîsin ku li welatên weke Fînalandya, Swêd, Almanya, Norveç hwd. din jî modêl û sîstemên weha hene. Ev ne rast e. Wek nimûne li Fînlandya , Norveç û Swêdê dibistanên seretayî 9 sal in û heta sala 9an mecbûrî ye. Bi tenê ji bo perwerdeyê hêsantir bikin ji her sê salan re navekê lê kirine. Ji hersê salên pêşî re (polên 1, 2, û 3) dibêjin pêngava “nizim”, ji hersê salên pişt wê re dibêjin “pêngava navîn” (polên 4, 5 û 6) û ji hersê salên dawî re jî dibêjin “ pêngava bilind.” (polên 7, 8 û 9). Ev hersê pêngav berdewamiya hev in û ji hevdu nayine qut kirin.
Wê demê taybetiyên van her sê pêngavan çi ne gelo?
Li van welatên ku min li jor navên wan got, li gor van pêngavan mamoste û materyalên perwerdeyê amade dikin. Mamosteyeke/î pênvaga nizim piştî dibistana mamostetiyê di gelek semîner û kursên taybetî de tên derbas kirin. Ew dibin pisporê pêngava xwe. Ji sala yekem dest pê dikin û heta sala sêyem pola xwe didin xwendin. Piştî sala sêyem di sala çaran de dîsa vedigerin serî ango vedigerin pola yekem. Taybetiyeke pêngava nizm heye ku zarokên vê pêngavê bi temen biçûk in. Loma li hinek herêman bi tenê dibistan ji bo pêngava nizm in. Dema şagird diçin pola çaran vê carê diçin dibistanên ku pêngavên navîn û bilind li wir in. Li hinek herêman jî bi tenê dibistan ji bo pêngavên navîn û bilind in. Dîsa li hinek herêman şagirdên hersê pêngavan jî di heman dibistanê de ne. Li her dibistanekê ji bo her pêngavê korîdoreke serbixwe heye. Piştî qedandina pola nehan şagirdên ku bixwazin diçin lîseyên normal û yên din jî yên ya kar dikin ya jî diçin dibistanên pîşeyî. Piraniya dibistanên pîşeyî jî du an sê sal in. Weke nimûne kesê ku bixwaze bibe berber, aşçî, badanacî an jî tamîrcî diçin dibistanên pîşeyî. Lêbelê li Almanyayê piçekê rewş guhertiye.
Li Almanyayê rewşa dibistanên sereta
Li Almanyayê dibistana seratayî 4 sal in, lêbelê hin dibistanên 6 salî jî hene. Mînak: Li Bremenê hin dibistan 4, hin jî 6 sal in. Lêbelê piraniya wan 4 sal in. Bernamaya pola 5 û 6an li dibistana seratayî û li dibistana piştî wê jî ku jê re Oberschule tê gotin mîna hev in. Xwendina mecbûrî li Almanyayê 10 sal in. Destpêkirina ango çûyina dibistanên pîşeyî piştî qedandina pola 10an e.
Zemanê berê li Almanya zarokên ku pirsgirêkên wan yên tendûristiyê ango yên seqetiya mejî, guh, çav ûhwd. tinebûn dişandine dibistana seratayî. Yên pirsgirêkên wan hebûn jî yekser dişandin dibistanên wan yên taybet.
Zarokên ne seqet, lêbelê yên ku rewşa wan ne baş bûn an jî di waneyên (dersên) xwe de ne serketî bûn, di warê hînbûnê de pêşnediketin, pêşî rewşa wan a hînbûnê dihat şopandin û nirxandin. Ji aliyê kesên pispor ve bi wergirtina dilxwaziya malbatan dihatin testkirin û di pey re bi derfetên dewletê di nav komên biçûk de dihatin perwerdekirin. Eger tevlî van hewldan û pêşkêşkirina van derfetan, di rewşa perwerdeya zarokan de pêşketin çênebûba, piştî pola çaran wan dişandin dibistanên taybet ku ji wan re SONDERSCHULE dihat gotin.
Piraniya şagirtên neserketî zarokên karkerên biyanî yên ku çûne li Almanyayê kar dikir an jî zarokên penaberan bûn. Zarokên ku diçûn dibistanên taybet (Sonderschule) nikaribûn herin li lîseyên normal bixwînin. Herweha dîplomayên wan jî, ji bo zanîngeh û herwiha dibistanên pişeyekî nekêrhatî bûn. Loma xelkê navê “dibistanên kêmaqilan” (gerîzekalıların okulu) li van dibistanan kirine. Di derheqê van dibistanan de gelek rexne hene û niha statuyên hinekan guhertine û dixwazin ji binî ve van dibistan ji holê rakin.
Modêla 4+4+4 û zarokên kurdan
Wezîrê perwerdeyê Ömer Dînçer dibêje ku “min ji bo vê modêla 4+4+4 serokwezîr Recep Tayyıp Erdogan îqna û serwext kiriye. Em ê hinek guhertin çêkin dibe ku ne 4+4+4 be, dikare 8+4 be. Ango piştî pola 8an şagird bikaribin dibistana pîşeyî hilbibjêrin…” Lê hîn ev modêl ne zelal e. Weha xuya dike ku di navbera van çerd roj an jî hefteyan de rewşa modêlê zelal û diyar bibe.
Ji xwe sîstema 8 salan a ku niha di pratikê de ye, li Kurdistanê nameşe û ji bo zarokên kurd kadasrofeke mezin e. Asta perwerdeyê derxistin 8 salan, lê dibistan, mamoste, pirtûk û materyalên dersê li herêma Kurdistanê tune ne. Di vê rewşê de zarokên ku li herêma Kurdistanê dixwînin nikartin bi yên herên metropol û bajaran re bikevin heman azmûnan. Riya xwendinê weha li wan hatiye girtin. Heger ev modêl an jî sîstema 4+4+4an were qebûl kirin û bikeve pratîkê dê li Kurdistanê di warê perwerde û hîndekariyê de karesateke mezin pêk were. Piştî sala çaran dê piraniya zarokên kurdan hem nexwazin û hem jî nikaribin li gorî derfet û mercên vê modêla nû bixwînin. Bi taybetî dê şagirdên keç dev û dest ji dibistanê berdin. Hinekan bidin mêr û yên din jî weke li Almanyayê herin dibistanê kêmaqilan. Li ser navê dibistanên pîşeyî riya xwendina bilind carek din li pêşiya şagird û xwendekarên kurd were girtin. Di nav kurdan de rêjeya xwendinê kêmtir bibe.
Amed Tîgrîs

Konferansa Netewî ya zimanê kurdî bi dawî bû
Wekî tê zanîn di roja 2ê vê mehê de, li bajarê Amedê “Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” dest pê kiri bû. Konferansê sê roj bê navber dom kir. Di van sê rojan de 10 panelên cuda pêk hatin. Nav û mijara van 10 panelan weha bûn:
- Di pêkhatina yekitiya neteweyî de rola ziman
- Birêxistkirina pergaleke ziman a Kurdistanî
- Di pêşvebirina zimanekî yekgirtî de rola medyayê
- Di xwedîderketina çand, dîrok û erdnîgariya kurdan de rola ziman
- Alfabe û zaravayên kurdî
- Parastina zaravayên kurdî û polîtîkayên serdestan ên derbarê ziman de
- Di parastina kurdî de rola bîr û baweriyê
- Pergala perwerdeyiyê, sazî û akademiyên kurdî
- Ji pêşdibistanê heta zanîngehê pergaleke çawa
- Di pêştebirina ziman de rola sazî û akademiyan
Konferans ji helek aliyan ve serketî derbas bû. Ji derî roja yekem di dema xwe de, li gorî bernameyê dom kir. Roja yekem ji ber hinek karên teknîkî piçek dereng destpê kir. Herdu rojên dawî tam weke li ser kaxizê bernameyê hatibû nivîsîn weha bi awayekî rêk û pêk meşiya.
Medyayê kurdan û tirkan ciheyeke mezin û fireh da konferansê.
Carek din di pratîkê de baş hat ditîn û jiyandin ku hejmar û mijara panelan gelek pir bûn. Zaman têr nedikir û ji aliyê demê ve tevlihevî û zehmetî derdiketin holê. Hejmarên panelan kêm û zeman zêdebûna dê xweştir û qenctir dibû. Xaleke din, Bakuriyan an jî kurmancaxêv û kirmanckîaxêv bi tena serê bûna baştir bû. Ji ber ku di warê ziman, perwerde, wêje û çandê de problemên me Bakuriyan hene û problemên me gelek mezin, kûr, giran û xedar in. Başûrî niha wekî nîvdewlet in û problemeke wan a weha tune. Ew her ku tên konferans, panel û civînên weha, tim ne ji bo ku bibin alîkar, dibin êşdar û heta astendar. Li ser mesela soranî û badînî û alfabeya erebî û latînî serêşî û dilêşiyan derdixin. Ji aliyê din ve civaka wan de bêdîdîplînekê heye. Ser û bin û dawiya axaftinên wan nayên. Di vê konferansê de her çiqasî piçek asta vî şerê navbera bahdînî û soranî de dîplomasiyeke bi dizî hebû jî, dîsa şerekî vekirî derneket, lêbelê şerê veşartî di nav gotinên dîplomasiyê de her bedewam bû û li derê panelê li korîdorên salon û otelan carnan gengeşiyên nav wan xuya dikir.

300 kes nûnerê (delege) beşdarî konferansên bûn û ji wan 49 kes wekî panelîst beşdarî konferansê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin. Mirov dikare bêje ku ji derî çend kesan asta zanîn û pêşkêşkirina panelîstan bilind bû. Di dawiya her panelê de gelek nûner jî beşdarî gotûbêjan bûn, dîtin, raman û zanîn xwe anîn zimên û ji panelîstan bi pirsên xwe naveroka konferansê xurt kirin û dagirtin. Ji ber kêmbûna demê di vê mijarê de zor û zehmetî derketin holê. Dem kêm bû û gelek nûneran dixwestin ku di beşê pirs û bersivan de, pirsên xwe bikin û dîtinên xwe vebibêjin, lê hezar mixabin demê têr nekir. Her soranaxêv dema ku mîkrofê digirt destê xwe êdî bernedida û di hemû panel û mijaran de dixwest bipeyive. Carcaran birêvebirê panelê nikaribû mîkrofonê ji destê wan kesê weha bi paş ve bigire. Mafê axaftina her panelîstek 15 deqîqe bû, lê hinek kesên soranaxêv dema ji pirsa xwe bikira, mîkrofonê digirt ji 15 deqîqeyan bêtir dipeyivî û pirsa Wî/wê jî tune bû.
Organîsazyon mukemel bû.
Di dawiyê de encamnameya konferansê hat xwendin û bi piraniya dengan hat pejrandin. Encamname ji 13 xalan pêk hat. Ew 13 xal ev in:
1. Hebûna zaravayên kurdî zengînî ye, parastin û geşdana wan jî peywireke netewî ye.
2. Di van rojên wisa de ku konfernsa Netewiya ya Kurdî di rojevê de ye, divê ku kurd jî xwedî bername û siyaseteke netewî ya ziman bin.
3. Ev konferans standardiya navxweyî ya her zaravayî pêwist dibîne, lêbelê di dema berhevkirina zargotinê de divê ku her tişt li gorî devoka xwe bê tomar kirin.
4. Ji bo jihevtêgehiştina kurdan û pêkatina hişmendiyeke neteweyî hewcedarî bi yek alfabe heye. Heta gehîştina vê qonaxê, ji ber guncavbûna rewşa li Başûr divê ku herdu alfabe jî li wir di perwerdeyê de û di her warî de bên bikaranîn.
5. Ev konferans perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî sirûştî yê netewî dibîne û lew re ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi kurdî daxwaz dike. Ev yek jî bi statuyeke sîyasî pêkan e.
6. Konferansa me ji bo avakirina civakeke demokratîk û pluralîst pergaleke perwerdeyê ya ku bextewarî û pêşvebirina mirovan esas dibîne, pêşniyaz dike.
7. Ji bo pêkanîna bernameyeke zimanî ya neteweyî pêdivî bi avakirina tevgereke zimanî ya Kurdistanî heye, da ku bikaribe kar û pêwestiyên zimanê kurdî bi cih bîne. Ji bo avakirina tevgerê desteyeke ji 31 kesan pêk tê, hat hilbijartin.
8. Konferansa me bang li kurdan dike ku di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin û pê bijîn.
9. Konferans xebat û têkoşîna gele me yê Başûrê Rojava yê di warê ziman û perwerdeyê de silav dike û piştgiriya xwe diyar dike.
10. Em pişgiriya xwe ji bo daxwaza girtiyên kurd ên siyasî ya di warê parastina zimanê kurdî de radigîhînin.
11. Em polîtîka AKPê û helwesta rayedarên wê ya der barê ziman û çanda kurdî de şermezar dikin û em vê siyasetê jî berdewamiya siyaseta asîmîlasyon û înkarê dibinin. Bi heman şêweyî em siyaseta rejîmên din ên li ser kurdan jî bi tu awayî napejirînin.
12. Konferansa me operasyonên leşkeri û siyasî yên ku li ser kurdan tên meşandin şermezar dike, ji bo çareseriyê diyalog û muzakereyê pêşniyaz dike.
13. Ji bo pêşvebirina zimanê kurdî zarok pir girîng in. Lewra jî di polîtîka bernameya ziman a neteweyî de divê zarok cihekî taybet bigire.
Piştî xwendina encamnamê, ji bo nirxandina konferansê mafê axaftinê dan çend kesan. Hîwa Massîh derket ser dikê (sahnê) ku biaxive. -Hîwa ji Xoresanê hatibû û beşdarê konferansê bûbû. Rojeke berê jî di panela xwe de behsa rewşa kurdên Xoresanê kiribû. Piştî axaftina wî jê re çepikeke xurt hatibû lêdan. – Hîwa li ser dikê li ber mîkrofênê rawesta, li paş xwe zivîrî li afîşa mezin a konferansê nêrî û demeke bê deng ma. Her kes li benda axaftina Hîwayê Xorasanî bû. Hîvayê ku ji gul û bilbilê konferansê yek bû, ji kêf û şabûnê nikaribû biaxive. Di cihê xwe de dest bi giriyê kir. Bi giriya xwe re lerizî. Bi tenê gotineke ji devê wî derket: “spas.” û ji ser dikê daket jêr.
Tofan û qiyameta çepikan olan da salona konferansê. Ew çû li cihê xwe rûnişt. Êdî ji me nedixuya. Hemû kamere û 600 çavên ku li salona konferansê bûn li ser Hîwa bûn. Min li derdora xwe nêrî, dît ku gelek kes hêstirên çavên xwe paqij dikin. Yên min jî bêhemdê min hatin xwarê. Salon bîsteke êdeng ma. Ronahiya flaşan salonê ronî û tarî dikir.
Hîwa bû mijara mediyayê.
Piştre bi merşa Ey Reqîp konferans bi dawî bû. Herweha konferans bi merşa Ey Reqîb dest bi xebata xwe kiribû. Mediya tirkan mijara Ey Reqîb kirin sernivîs û bala hukumet û nîjadperestên tirk kişand ser merşa netewî
Amed û amedî roj bi roj ber bi hêjabûn û layqbûna doz û navê xwe ve dimeşin. Ber bi paytextbûnê ve. Meşa azadiyê her berdewam e. Di meşa azadiyê de carnan lukmandin normal e û piştî lukmandinê mirov pît, hişyar û hêz dibe!
A. Tîgrîs
|