PERWERDE

Modêlên perwerde ya kurdî

îro (26.02.2012) li Amedê li Parka Sumerê Dîsayê semînereke li ser modêlên perwerdeya kurdî pêşkêş kir. Amadekarê vê modêla perwerdeya kurdî mamoste Şerîf Derînce bû. Li gel Şerîf Derînce mamoste Muge, Mujgan û Netîce jî beşdarî panelê bûn û di derheqê heman projeyê de bîrûbaweriyê xwe gotin.

Şerîf Derînce hîmê lêkolîna xwe ya ji bo kurdî li ser çar modêlan cuda ava kiriye. Modêla pêncan jî li derî kurdî ji bo zimanê din ên ku ji bo zarokên kurdan werin dayîn lê zêde kiriye. Radeya perwerdê li gor sîstema Tirkiyê 8 salî hilbijartiye.

Ya herî balkêş Şerîf Derînce ji derî zaravayê kurdî pêşnîyaz dike ku bi devokên kurdî perwerde were kirin. Di vî warî de nimûneyêyên weha dide:

“Mirov dikare li gor devoka Colemêrg, Riha, Wan, Berfirad, Mêrdîne û yên din perwerdeke pirrengî û piralî bike.”

Dema mirov li gor vê dîtina Şerîf Derînce bike, li Bakur bi kêmasî bi 25 devokên cuda hene û bi van 25 devokên cuda perwerdeya kurdî were kirin. Ew bi ser de jî ji vê modêla xwe ya devokan re jî dibêje “demokrasiya bêsînor.” Mamoste Şerîf di modêla xwe de di pola yekem de zimanê tirkî jî bi kurdî re peralel dimeşîne. Ji kurmanckî (dimilkî) re jî dibêje zazakî û zazakî jî wekî zimanekî serbixwe girtiye dest.

Di dawiya panalê de gelek beşdaran li ser vê pêşnûmeya perwerdeya ji bo zimanê kurdî rexne û bîr û boçûnên xwe vegotin. Tevlihevî nezelaliya modêlên bi awayekî tûnd wî rexne kirin. Dewlet bi salan e dibêje ku “zimanê kurdî ji çendik û çend zaravan pêktê û loma ev ziman ji perwerdeyê re nabe. Ji ber ku kes ji hev fêmnake…” Niha Şerîf Derînce li zaravayên kurdî devokên kurdî jî zêde dike û li ser navê lêkolîneke zanistî dixwaze bi her devokke kurdî perwerde were kirin. Ma ev ne perçekirina ziman, wêje û çanda kurdî ye?

Ya star em kurd çi demokrat in. Xelk xwedî dewlet e, em kurd dibêjin: “Ji me re dewlet navê. Dema dewletbûnê derbas bûye. Dewlet dîktatorî ye.” Dinya û alem di perwerdeyê de zimanekî yekgirtî bi kar tine, em kurd dibêjin: “Em demokratin serdema zimanê yekgirtî di sergoya dîrokê de maye. Niha serdema demokrasî û azadiya devokan e. Em ê li bakur bi 25 devokan kurdî perwerdeya nûjen bikin…”

Wekî tê zanîn dê di  rojên du, sê û çarên meha adarê de li Amedê li ser ziman, perwerde û çanda kurdî konferanseke mezin pêk were. Ji çar perçeyên Kurdistan û ji Ewropa gelek nîvîskar, mamoste û pisporên zimanê kurdî werin Amedê û beşdarî konfernsa netewî bibin. Herweha dê roja duyem a konferansê dê li ser mijara statû û modêlên  perwerdeyê jî rûniştineke balkêş hebe.


Serlêdana SBS'ê Destpêkir
 


Serlêdana Azmuna Nîşankirina Rade (sınav)(SBS) hîro destpêdike. Berendaman, klavûzê kanin malperê ‘‘ www.meb.gov.tr " û http://oges.meb.gov.tr bigihîjêni. MEB’in sedama dîrok aşkere kirin û dîroka azmûnê 9 Hezîran (cehzeran) Roja Şemîyê (Cumartesi) verêkirine û Serlêdana azmûnê navbera 5-23 Adarêye. 28 Gulanê (mayıs) berendam kanin belgeyê ketinê azmûnê înternetêda derxên. Encamê azmûnê jî 12 Tîrmehê aşkere bibê


 
NUÇEVAN-A.WELAT
 
XOŞ AMEDÎ
 

BERGEHA AGAHÎYÊ

Hêjmara Kovara Nûbihara 117. Derket

Îslamîyet Rîya Meye

Purtîki Nu Weşanxanayê Nûbîhar Derketin
www.balikligol.com
Nucexane amadeye

Rojnamê-Nuçe Rojev
 
Demjmêr
 

TASARIM
 

 
Bugün 22 ziyaretçi (25 klik) kişi burdaydı!
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol