|
|
 |

Metin Yüksel; temamê jiyana xwe di bêrî û hesreta şehadete de derbaskir. Ku em bêjin weke şehîda jîya û weke şehida rihê xwe da… Ne pîrole ye, ne gotineke zêde ye. Em hevalê wî yê nêzîk, me şahidiya wî kir. Hevalên Metin Yüksel bi dehan jê sehkirine ku gotiye “Ez nagihim 25-30 salî, inşallah ezê şehîd bibim.” Ez bi xwe Mehmet Ali Tekin min ji sedî zêde carî jê sehkiriye.
Metin Yüksel li gor a ‘umrê xwe zêde ‘aqilmend, ramankûr û xwedîpêşbûn bû.
Ezê ji van taybetiyên di jiyana wî de hineka ji we re beşdarbikim. Hê ku çarde salî bû, xwe li nivîsa pirtûka ceribandibû. Ji vê xebata pirtûka wî çend hevok:
Exlaqê Îslamê Çawa Ye
Di sereka “Rûhset û ‘Ezîmet” de ev hevok bala me dikişine: “Muslumanekî mukellef li gora dereceya xwe layiq dibîne ku quwweta wî li hember bersiva tecawizê hebe jî; ê ku gihane derece ya exlaqê bilind, li hember tecewizê xwe ji muqabela qenciyê re wezîfedar dikin.”
“Dînê me xûdbînî qebul nekiriye û esasê ğemê cuda, ji bo di temamê new’ê beşera de belavkirin û berfire kirinê, riya herî durist vekiriye.”
Di derheqê ‘aqilkemalî ya wî de jî mînakeke gelek hevalê wî dîtine bi şahidiya Mehmet Şahin em serî lêdin:
Giregireki Qomunistê Stenbolê Zekî Kotil hatibû kuştin û ragihandibûn ku termê wî ji Mizgefta Fatihê bê rakirin. Armanca wa nimayîş û xwenişandan bu ji bo çavrisî bidin muslumana. Metin vê fêmkir û ji temamê hevala re gotibû divê mudaxele li vê bê kirin. Lê belê wê demê reveberê “Vakıflar Yurdu” digotin heye kû wargeh bê girtin. Em tişteki nakin û şîreta tişteknekirinê li wan jî dikirin.
Roja ku wê term rakin Qomunist bi qelebalix, bi hawayê qonvoyî, di ce’dê de derbas dibûn. Wê gavê em jî li ce’dê, li qismê nêzî dûrağê, di dora 10-15 kes hebûn. Me bersiva yê di qonvoyê de da. Bi carekê re ew hêl tevlihev bû. Di Qomumista de bizdanek tirsnak xuya dikir. Hinek direviyan, hinek jî li ciyeki xwe veşêrin digeriyan. Metin li otobusên herî pêş de li yekê siwar bû û bi wa re axifî got; “Li Fatihê yek kes nikare termê meriveki li dij İslamê bi heqaretî rake.”
Piştî bûyerê em hatin wargehê û ji berpirsiyarên wargehê, bi navê K. merivekî hûrik, çeqelok hebû. Ku me dît bi hêrs hate ba me ûheqaret li me barandin. Şeqamek li Metin da. Em apore bun. Metîn me tebitand û me ji wê derê dûrkir. Ev bûyer pir li zora me çû. Metîn berê xwe dabû me û wiha gotibû; “Ez şeqamekê bavêjim wî K.’i nîvî wê vala herê. Lê belê ezê çawa destê xwe li muslumanekî rakim. Emê vê bûyerê jibîr bikin.” Metîn aha merivekî wiha xwedî şexsîyetek qewî, merivekî wiha nefsa xwe kor kiribû.
Pêşbîn û nêrînfirehiya wî, di temamê merhaleya jiyana wî de xwe dida nîşandan. Xitabeta wî li rihê însana, bi taybetî jî li rihê xorta xwedî feraset bû. Hê di salên 1978’a de li ser çêkirina bantê marşa de cehd dikir. “Fatih Akıncılar Dispanserî” vekir. Di qada tenduristiyê de, di navbera muslumana de cara pêşin baldikişan ser girîngbûna dîtina hewcetîyên gel.
Hê di salên 1970’yi de piştgirekî tekoşîna muslumanên Filistin, Moro, Erître, Keşmir, Fîlîpîn... bû û bû dengê wa yî li Tirkî û alikarî dana van tekoşîna ji xwe re kiribû şî’ar. Ev ‘ewil bi amanca alîkariya nîmayişên muslumanê Îranê, bi destê xwe du cara afîş çekiribû û van a bi hevalê xwe re li pir taxê Stenbolê daleqandibû.
Yên ku hinekî Metîn Yuksel nasdikirin li cesaret û çavnetirsiya wî heyran dibûn. Ji vê re mînak jî bûyereke ez bi xwe şahid bû me vegûhêzî bidim:
Ez û Metîn rojekê derketin hewşa Mizgefta Fatîhê. Ji wir jî emê çûbûna “Fatih Akıncılar Derneği” ya li Haydarê. Otoyek ekîbê ji digel ca’dê, bi îstîqameta Îtfaiya-Beyazid ve diçû. Bi îqaza Metîn min ferq kir. Metîn bi carekê ji min re got: “ Ew têne nivîsa jêbibin.”Xwedêgiravî ketibû dilê wî de. Bê çawa ev pê derxist, ev çend sal jî çûye, hê jî ez di meraqê de me. ‘Ereba ekîbê ji xaçerêya Kız Taşı vegeriya û li bin dîwar sekini. Ji ğeynî polîsekî yên dî tev bi destê xwe firçe û dewlik peyabun. Em jî li ser vê bê sekin hatine ba wan. Metîn ji polisa pirsî: “Hun çi dikin?” Di ekîbê de tevlî şifêr çar heb hebûn. Ji polisa yeki bersiv da: “Emê vê nivîsê jêbibin.” Metîn bi dengekî bê nermî bersiv da: “Zînhar! Hûn destê xwe nedin vê nivîsê.” Polisa li ser vê îqazê dewlik û firçê xwe dane hev, li ‘erebê xwe siwar bûn, çûn. Metîn ji min re got: “Em bisekinin. Ewê dîsa werin vê derê.” Bi rastî jî piştî pênç-deh deqê dî ‘eynî ekîp disa hat. Ji ‘erebê disa bi destê xwe firçe û dewlik peyabun. Metîn: “Çima hûn vegeriyan?” Yekî ji Polîsa got: “Amirê me emir kir. Divê em vê nivîsê bi teqez jêbibin.” Metîn pir bi hêrs bû, bi şiddet qîr da “Hun destê xwe nedin vê nivîsê!” û em ji wê dere cuda bûn. Ku em gihane Dernekê ji min pirskir; “’Ecep jê birin, tu çi dibêjî?” bi vê daxwaza xwe dida nişandan. Xuyadikir ku hişê wî li ser nivîsa wê derê maye. Em herdû ji Dernekê bi hev re derketin. Em hatin ciyê ku nivîs lê ye. Me li dîtina xwe bawer
|
|
 |
|
|
|
|
BERGEHA AGAHÎYÊ | |
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|