ÎSRAÎL DÎSA GAZZÊ XÊST
Îsraîlê, nîvê şevê, li ser Gazzeyê operasyonek li dar xist. Di êrîşê de, rojavayê gezzeyê hat hedef girtin û 12 fîlîstînîyan jiyana xwe ji dest da.
Derheqê mijarê, ji îsraîlê daxuyaniyek hat. Artêşa israilê daxwîyand ku, ji bo bersîva êrîşên Fîlîstînê, 7 heb operasyonên hewayî lidarxistine û di operasyonan de militan hatine hedef girtin.
Hat ragihandin ku, din av yên hatine kuştin de, sekreterê giştî yê Qomîteyên Berxwedan a gel züheyr el kessi jî heye.
Mirina kessi, ji alîyê rêxistina Fîlîstînê jî hat rastandin.
Berpirsyarên tenduristîyê filistinê jî daxuyandin ku, di êrîşa ewil de, kesên sîvîl yên ku li rojavaya Gezzayê, bi wesaîdên xwe digeriyan, hatine kuştin.

ÇAR PARTÎ TÊN BERHEV
Civîna van partiyan li ser banga Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedi Osman Baydemîr, Azîz Mahmut Ak, Fethî Gumuş, Cabar Leygara, Hasan Dagtekîn, Nadîr Yektaş û Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu pêk tê.
Civîn dê 9ê adarê roja înê li Hotêla Dedemanê çêbibe. Di civînê de dê mijarên “Li Rojhilata Navîn Rîsk û Avantajên Kurdan”, “Aqilê Hevpar, Wijdana Hevpar û Pîvanên Sereke yên Têkoşîna Hevpar”, “Destûra Bingehîna Nû, Kurd û Konferansa Neteweyî” bên nîqaşkirin. Di van sernavan de dê Sertaç Bucak, Sedat Yurttaş, Cebar Laygera û Selahattîn Çoban moderatorî bikin.
Ger beşdar pêwîst bibînin, dê di 10ê adarê de, saet di 11.00 de li Cemiyeta Rojnamevanan daxuyaniyeke hevpar bidin rojnamegeriyê.

Fermana bombebaranê ji fermandarîya jorîn e
Li Qilabanê di êrişa hewayî de 34 hemwelatên me jîyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê Wezareta karên hundir ji bo vekolandina bûyerê mifetîş (periştek) wezîfedar kiribû. Wan periştekan rapora xwe amade kirin û pêşkêşî Wezaretê kirin. Di raporê de tesbîtên pir balkêş he ne.
Li gor raporê, berîya bombebaranê ji yekîneyên eskerî yên herêmê agahî nehatîye standin. Heke agahî bihata standin dibe ku pêşî li vê felaketê bihata girtin. Yanî di bombebaranê de berpirsîyarîya fermandarîyên jêrîn tune ye. Bûyer bi temamî li ser milê fermandarîyên jorîn e.
Li meclîsê civîneke nepen hate lidarxistin. Di civînê de hemû raporên di derbarê bûyera qilabanê de hatin xwendin. Di civînê de wekîlê CHP’ê Malîk Ejder daxwaz kirîye ku, ji fermandarîya Sererkanîyê û ji fermandarîya hêzên hewayî kesên ku fermana lêxistinê dayîn bila werin gazîkirin.
Fermandarîya jorîn qet agahî nedaye fermandarîyên xwemalî.
Li gor agahîyên ku wekîlê CHP’ê Malîk Ejder dayîn, di rapora wezaretê de tesbîtên wisa he ne.
* Ev operasyon operasyoneke dersînor e. Di çerçoveya rayeya ku meclîsê dabû hikûmetê de ji alîyê Sererkanîyê ve hatîye lidarxistin.
* Di nav insanên ku mirin de mîlîtanên PKK’ê tune ye. Hemû qaçaxçî ne.
* Di dîmenên heronan de xuya dike ku, piştî bombebaranê gundî ji bo alîkarîyê tên herêmê. Lê mixabin lîkarîya lezgîn dereng ma.

Dîroka roja jinan ya dinyayê çiye? Gelo roja jinan çima tê pîroz kirin? Di serî de lazim e ku divê mirov bersiva vê pirsê bide? Bi rastî ez jî jinekê cîhanê me. Lê mixabin ez li hember pîrozkirina vê rojê me. Lewra di vê rojê de jin hatine kuştin. Belê piştî vê rojê ; ev rojwekî ku ji bo jinan dîyarîyek be tê nişandan. Ez vêya qebul nakim.Divê meriv li çîroka vê rojê binêre ka gelo çima dibêjin roja jinan?
Di dirokê de vê rojê ;8 mart 1857 de li Emerîqa ye eyeleta Newyorkê de nezîkê 40 hezar jin, ji bo ku şertên xêbata febrîqa tekstîlê baş bibê dest grevê dikin.Piştî vêya polîsan êrîşa jinan dike.Ji ber veya jin jî ji avahîye dernakevin û dû rê ar pê dikeve û ji 129 zêdetir jin jîyana xwe winda dikin.Piştî veya li Danîmarqa ye,bi navê jinên sosyalîst ya navnetewî ye konferansêk amade dibê,di vê derê de serokê partîya demokrat ya civakî ye Almanya ye,Clara Zetkîn ji bo bîranîna jînên mirinê peşnîyarêk dike.Dibê ku 8’e adarê bila bîranîna jinên mirinê bibe.Ev peşnîyar di civînêde tê kabul kirin.Lê roj bi tevahî ye nehatîyê dîyarkirin.Lê belê hersal di buharêde hatîye pîroz kirin.Di sala 1921’de li moskovayê hat dîyar kirin.Piştî vêya Lîjnê ya Giştî ya Yekîtî ya Mîlletê 16 kanunê 1977 de 8’ê adarê Rojê Cîhana jinan tê kabul kirin.Li Tikîyê ye jî sala 1921’ê heta 1975 ‘î bi navê Rojên Jinên Kedkar hatî yê pîroz kirin.Piştî bi derba lêşkerîyê 12 îlonê 1980 dê 4 sal tê qedexe kirin an jî nay pîroz kirin..
Niha ez difikirim, bîranîna jina yê ku jiyana xwe winda kirinê re hatîyê dîyar kirin.Lê ev nê dîyarkirin ne..Ser girtina şaşîyên ku hatîyê kirin girtîne ye.Ka em bifikirin .Dema ku mirov yekê nasê xwe winda bike meriv ev rojên ku miriyê bi mûzîkê,bi govend û dilana tînê bîra mirov.Di vê derê de bi fikra min tiştek şaşî û xeletî heye ..Hinêk kes jî dibên kû,jin ev roja bi dest gistî ye bi ve rojê xwe daye hesibandin..Belê rastê,lê belê bi winda kirina jîyana xwe ,mirinên xwe dest gistîye.Madem wisa ye em çima bi şahîyan,bi tîlîlîyan pîroz dikin.?Çend salin li hemû dinya ye û bi taybetî li Tirkîye ye 8 adarê bi şahîyan tê pîroz kirin.Hîn li welatê me mafên jina kêm e.Hîn jin tên kuştin,ten tacîz û tecavûz kirin.Qa mafê jina li kuderê ma.Qa kiymed dayîna pîrekan li kuderê ma.Hinêk kes jî ewên xwe mirovên gilobal didin nişandan ;dibên ku civakên pêşketîyê de mafên jinan tê parastin.Mixabin ez tevlî ve gotinê nabim. Ji bo Tirkîye ye jî dibên welatêk pêşketî.Qa mafên jin, mêran di meha Sibatê de 24 jin kuştine, 10 jin birîndar kirine, tecawizî 10 jinan kirine, li dijî 16 jinan jî tacîza cinsî pêk anîne.Li Afganîstanê jî , Tê ragihandin ku li gorî belgenameya ji hêla li jineya alimên olî ku wekî Konseya Ulemayê tê naskirin, di bin hinek şert û mercan de maf dide mêran ku li jinên xwe bidin û riya haremtî-selamtiyê teşwîq dike. Şayanê gotinê ye ku haremtî-selamtî ew rê ye ku li gelek qadên jiyanê jin û mêran ji hev vediqetîne.Ev jî xêlatîyêk mezine.Îslamîyet qet wisa pişgirî nadê mêran ku li jinan ta’adeyî bikin.Peyxêmberê (s.a.v) pêşnîyar dike û dibê ku; Xwedê teala Jina teslîmê mêra dike.Resulê xwedê,li derkê gava ku pîrekêk teketa hundur li pêşberî jin radibû ser linga.Ev jî didê nişandan kû jin li cem Resulê xwedê çikas bi qedrû qiymed bine..Dîsa dibê ku;cinnet li bin lingên jinade ye.Qa em bi fikirin;em ji ne ziretên keça Hz.Fatma ya Peyxember(S.a.v) in.Dibê ku ev pêyvên wekî kevirên bi qiymet di hişê mirov de her tim bibe.
Niha jî jinên wê demê bînin bîra xwe. Hema bi minakên bi kurtasî dixwazim qala jinên Kurd jî bikim. Jinên Kurd him jîr him jêhatî him jî zîrek bûn. Malbata xwe ev îdare dikir Hema bêje tev karên jîyanê li ser milên wan bû. Vê demê jinên Kurd şaşî hatîyê nîşandan. Şunda mayê ,tiştek nizane, bê qiymet e,filan filan..Na ne wisa ye. Jin bi qiymet bûn..Lewra jin bi qiymet nebûya şerek çawa dida sekinandin. Demek nêz de di nav gelên Kurd de wisa bû.Di nav eşîran de , malbatan de lihevnekirin çêbuya û şerek an pevçûnek derketa mêran li hev dixist. Bera hevdû didan û dikuştin.Lê pîrekek li wê meydanê bibûya û li ber mêrên e’şîran bisekinîya ev şer disekinî. Şerm bû kû li cem jina pevbiçûna xwe bidomandana. Bi xêra jinan gelek pevçûn sekînîye. Belê mirov dikare gelek mînak lê zêde bike.. Di hemî şoreşên gelê Kurdan de jin her gav palpişteka xûrt bûye. Her tim piştgirî daye mêran. Qehremanên jin di her gelê de he ye.Di nav gelê Kurdan de jî he ye.. Divê mirov vêya ji bîr neke. jin pêşxistina civakê ye. Bila jin jî mafê xwe bizanibin û xwe her roj pêşve bikin.
Rojê bîranîna jinên mirî ;bi xemginî û bi gulên sê reng dixazim bînim bîra we…. Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.


Zazakî / Kirdkî – Kurs hetê komela Ziwan-Kom û Komela Nûbiharî ra organîze beno û roja12 adare 2012 saete 18.00 de banê Komela Nûbiharî de dest pêkeno.
Kursê kirdkî hîrê hewteyî, hewte de çar rojî; rojanê dişeme, sêşeme, çarşeme û panşeme, pêro pîya hîrê hewteyan de duwês rojî dewam keno.
Kurs de qiseykerdiş, fehmkerdiş, wendiş û nuştişê kirdkî yeno musnayîş û averberdiş.
Kursîyerê ke wazenê beşdar bibê, ganî bi hawayêko muntezem dersan teqîb bikerê.
Muracat:
Komeleya Nûbiharê/Diyarbekir
Tel: 0 412 237 22 20
Mail: diyarbakir@komanubihar.org
www.komanubihar.org
|